“Medyayên Goran dixwazin welat li ber çavê xelkê reş dikin”

Raniye-KDP.info- Berpirsê Şaxa 11 ya PDKê li Raniye ragihand ku Tevgera Goran arsteyeke ragihandinê bikar tanî ku hemû tiştên xweşik ên welat reş dikir û êriş dikirin ser hikûmetê, tiştên ku wan baş didît digotin baş e û welat li pêşiya çavê xelkê reş dikir, lewma ev êrişên vê dawiyê ji encama derewên ragihandinê yên Tevgera Goran bûn.
Necat Hesen, Berpirsê Şaxa 11 ya PDKê li Raniye ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevgera Goran arsteyeke ragihandinê bikar tanî ku hemû tiştên xweşik ên welat reş dikir û êriş dikirin ser hikûmetê, tiştên ku wan baş didît digotin baş e û welat li pêşiya çavê xelkê reş dikir, lewma ev êrişên vê dawiyê ji encama derewên ragihandinê yên Tevgera Goran bûn. Wê propagendê bandoreke xerab pir mezin li ser hizra xort û zarokan dikir.”
Hesen wiha got: “Nizanim çima medya Goran û yên bi navê serbixwe hizir nakin ku xelkê rêk bixin û xortan fêrî karê baş nakin û welat li ber dilê xelkê şêrîn nakin, xortan bo tiştên xerab han didin. Kar dikin ku sembolê kurdî neşêrîn bikin. Van tiştan bandor li xelkê kir ku bi wan karên beriya çend rojan rabin.”
Derbarê rewşa niha ya devera Raniye, Necat Hesen wiha domand: “Niha rewş li devera me asayî ye, lê ji ber piropagendeya xelk di rewşeke derûnî xerab de ne, ku hin kes li pişt perdê hene bi vî karî radibin.”




