Çavkaniyek ji Rojava: Lahûr Talebanî çek û teqemenî ji me re neşandiye

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Çavkaniyekê ji Rojavayê Kurdistanê ragihand ku, “Duhî Berpirsê Dezgeha Zanyariyê Lahûr Şêx Cengî ragihandibû ku wî 120 ton çek û teqemenî bi awayekî rasterast ji şervanên Rojava re şandiye, lê ev bangeşe ti bingeh jê re tune ye û ti çek û teqemenî negihîştiye destê me.”
Çavkaniya ji Rojavayê Kurdistanê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî Berpirsê Dezgeha Zanyariyê Lahûr Şêx Cengî ragihandibû ku wî 120 ton çek û teqemenî bi awayekî rasterast ji şervanên Rojava re şandiye. Ev bangeşe ti bingeh jê re tune ye û ti çek û teqemenî negihîştiye destê me.”
Wê çavkaniyê eşkere kir ku, wan bi ti awayî alîkariyeke leşkerî ji Lahûr wernegirtiye û ev ne karê Lahûr e, ji ber ku ew aliyeta ku hatiye danîn dûrî desthilatê wî ye.
Heman çavkaniyê diyar kir ku, “Hêzên hevpeymaniya navdewletî bi rêya asman 120 ton teqemenî gihandine Hesekê û tenê yek gule negihîştiye destê şervanan, û hemû bo çekdarên eşîrên ereb e yên ku li dijî DAIŞê şer dikin, ku ew çekdar li cem hevpeymaniyê wek hêzên opizîsyona nerim tên dîtin.”




