Di heftiyekê de 135 hezar êrîş li ser KDP.info hatine kirin

KDP.info-Hewlêr- Di 7 rojên borî de, gelek êrîşê elektronî li ser malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP.info) hatine kirin, heta niha jî êrîş berdewam in.

Li gor raporeke kompaniyaya taybet bi parastina elektronî, di vê heftiyê de, heta niha 135 hezar êrîş li ser malpera KDP.info hatine kirin, lê ti zirar negehştiye malperê.
Ew êrîş ji navçeyên cuda û bi gelek rêyan hatine kirin.




