25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêx Şamo: Yûsif Mihemed kelema li pêş Êzdiyan bû

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Nûnerê Kurdên Êzdî li Parlementoya Kurdistanê diyar dike ku, berdewam Yûsif Mihemed li dijî wan bû, niha jî navê Şingalê xirab bikar tine.


Şêx Şamo di daxuyaniyekê de got ku, Yûsif Mihemed Şingal nedîtiye û nizane dikeve kîj alî de, dema karesata Şingalê çêbû, civînek awarte ya parlementoyê hat lidar xistin, navborî nehêşt ku ez wek nûnerê Kurdên Êzî peyama xwe bixwînim.
Şêx Şamo da zanîn jî ku, niha planek heye jib o cenosîd nasandina karesata Şingalê û qerebûkirin xelkê, lê heta niha Yûsif Mihemed ew nexistiye karnameya Parlementoya Kurdistanê de.


Şamo tekez kir jî ku, kesên ku li Şingalê xwedî derketine dezgehên PDK, kesên ku xwîn ji bo Şingalê rijandine Pêşmerge bi serokatiya Serok Barzanî bûn, kesên ku derbiderên Şingalê jî hewandine, her cemawerên PDK ne.


Navborî balê dikşîne ser wê yekê ku, dema wan xwest kesekê Êzî bibe endamek di komîteya amadekirina destûrê de, Yûsif Mihemed bi eşkereyî û li pêş her kesî dijatiya xweste kir.

Nûçeyên têkildar