Li Soranê şîrînî û alên Kurdistanê pêşkeşî hêzên ewlekariyê kirin

KDP.info-Soran- Rêxistinên sivîl û dezgehên hikûmî serdana hêzên ewlekarî yên baregehên partiyan diparêzên kirin û şêrînî û alên Kurdistanê û gul bi ser wan de belavkirin.
Serokê rêxistina War a parastina jîngehê, Hejar Mahir, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku wan wek çend rêxistinên civaka sivî ligel çend kedsayetiyên Soranê serdana hêzên ewlekarî û hêzê hatin û çûn û çalakvanên sivîl ên ku bi erkê parastina bajar û baregehên partiyan radibin, kirin.

Wan rêxistina alên Kurdistanê û şîrînî bi ser wan hêzên ewlekriyê de belav kirin.
Hejar Mahir got jî ku, peyama wan ew e ku rola rêxistinên xêrxwazî piştgiriya hêzên ewlekariyê ye ne alîgirtin tundiyê.




