Civîna parlamentoyê birêve naçe

Hewlêr-KDP.info- Civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza her 5 partiyên siyasî (PDK, YNK, Yekgirtû, Komel û Goran) hat hilweşandin.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Biryar bû, sibe rûniştina parlamentoyê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û kirîza darayî û derengketina mûçeyên fermanberan birêve çûba, lê civîn li ser daxwaza (PDK, YNK, Yekgirtû, Komel û Goran) bo demeke din hat paşxistin.”




