26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mihemed Hacî Mehmûd: Destek li pişt wan xwepêşanderan e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Mihemed Hacî Mehmûd ragihand ku, ew kesên ku xwepêşandanê dikin, destek li pişt wan e û wan araste dike.

Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd derbarê wê tevliheviya ku xwepêşander dikin, ragihand: “Ew kesên ku xwepêşandanan dikin, destek li pişt wan e, ku wan araste dike bo têkdana aramî û asayişa Kurdistanê.”

Hacî Mehmûd wiha domand: “Êrişa ser avahiyan bi mebesta tevliheviyê ye, ku ev yek jî ziyanê digihîne yekrêziya neteweyî û ezmûna Herêma Kurdistanê.”

Mihemed Hacî Mehmûd ragihand: “Em wek Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê ne di hikûmetê de ne û ne ti desthilat di destê me de heye, çima avahiya me dişewitînin.”

Nûçeyên têkildar