Fazil Mîranî: Xwepêşandanên Silêmaniyê pilana Goran in
__2015_10_11_h21m59s2__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku, ew xwepêşandanên ku li parêzgeha Silêmaniyê birêve diçin, pilana Tevgera Goranê ne.
Fazil Mîranî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Niha li deverê herçar aliyên me agir e û gelek pirsgirêk hene. Wek ku li Tirkiye û PKK û Sûriyê û navçeyên din diqewime.”
Mîranî derbarê aloziya ku li Başûrê Kurdistanê heye, wiha got: “Ev qeyran di serî de sedema wê Bexda ye ne PDKê. Ma navendên me li Silêmaniyê berpirsê dana mûçeyan ne? Çima êrişî avahî û navendên PDKê dikin? Çima êrişî navendên partiyên din nakin?.”
Sekreterê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Pêşmergeyekî me di şer de got, DAIŞ li vir êrişî me dike û bav û birayên min jî li navçeya Sengeser a Silêmaniyê rastî êrişê tên. Ew xwepêşandan ne ji nişkê ve ne, Goran pilan ji wan re daniye û eger ne di bin siya YNKê de ba Goran % 10 wek niha nedikir.”




