26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Faris Nerwelî: Goran zarokan han dide ku êrişî avahiyên me bike

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ragihand ku, Tevgera Goran zarokan hand ide ku êrişî avahiyên PDKê bikin û îro hewl hat dan ku êriş biçe ser avahiya PDKê li Helebce û Silêmaniyê jî, lê rê li wan hat girtin.

Faris Nerwelî, Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li cadeya Mewlud hewl hat dan ku êriş bikin ser avahiya Şaxa 4 a PDKê li Silêmaniyê, lê rê li wan hat girtin û nikarîn êrişa xwe bibin serî.

Herwiha îro hewl ji aliyê komek zarok hat dan ku êrişî avahiya şaxa 12 a PDKê li Helebceyê, lê li wir jî rê li wan hat girtin.”

Nerwelî wiha domand: “Tevgera Goran zarokan hand dide ku êrişî avahiyên PDKê bikin. Di êrişa îro ya li ser avahiya Helebceyê de gelek zarok hebûn.”

Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ragihand: “Daxistina ala Goran ji ser avahiyên Goran tenê sînryo ye û ne rast e, ku tenê avahiyên PDKê dibin armanc.”

Nûçeyên têkildar