Balafiran li karwana otomobîlên Bexdadî dan
__2015_10_11_h18m54s7__LB.jpg)
Bexda–KDP.info- Balafirên şer ên Artêşa Iraqê li navçeya Qaim ya parêzgeha Enbarê karwana otomobîlên Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî kirine amanc.
Şaneya Heloyên Îstîxbaratê ya ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ragehand ku îro balafirên şer ên Iraqê, karwana otomobîlên Bexdadî li nêzîn herêma Karible ya navçeya Qaim, bombebaran kirin.
Lê belê derbarê rewşa Baxdadî de zanyariyek zelal nehatiye wergirtin û dibe ku ber bi cihekî nediyar ve hatibe veguhestin.
Hate gotin ku ev êriş di encama zanyariyên îstîxbaratî yên piştras hatiye pêkanîn û Bexdadî bi dixwest here ligel berpirsên rêxistinê civînekê bike.
Herwiha hate gotin ku di heman demî de, avahiya civînê ya Qaimê jî bi tundî hatiye bombebarankirin û di encam de hejmarek zêde ji berpirsên DAIŞê hatine kuştin û dê navên wan kesan jî di demek nêzîk de bê ragehandin.
Ji aliyeke din ve, Wezareta Berevaniyê ya Iraqê jî dîmenên 2 êrişên cûda yên balafirên şer dane medyayê. Li gor ragehandina wezaretê êrişek li Dîcle û ya din jî li navçeya Cezîre pêk hatine.




