26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li devera Raperîn hatûçûn hat qedexekirin

Çavkanî: KDP.info

Raniye-KDP.info- Komîteya Ewlehiyê ya devera Raperîn di biryarekê de hatûçûn li wê deverê qedexe kir. Li gor vê biryarê ji saet 19:00ê êvarî ve derketina nav bajar bi temamî qedexe ye.

Berpisê Rêveberiya devera Raperîn Hemûd Ebdullah di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji saet 19:00ê yekşem 11ê Cotmehê heya saet 03:00ê roja duşem 12ê Cotmehê derketina nav bajar û çûna nav bajarê Raniyeyê qedexe dibe.”

Hemîd Ebdullah got: “Hatûçûn bi temamî qedexe ye, lê tenê bo karên pêwîst nebe.”

Ebdullah tekez kir: “Ev biryara îdareya Raperînê tenê bo navçeya Raperînê ye û bo parastina ewlehiyê û rêgirtin ji aloziyan e.”

Nûçeyên têkildar