26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Necat Hesen: Divê xelkê Qeladizê, Newşîrwan Mistefa bixin qefesa tawanê

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Raniye- Berpirsê liqa PDK li Raniyayê dibêje, Tevgera Goranê dixwazin dîroka xebata tev serwerî a Qeldizê reş bike, dive xelkên navçeyê Newşîrwan Mistefa bixin qefesa tawanê.
Berpirsê liqa 11 a PDK li Raniyayê, Necta Hesen, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, PDK li Raniyayê beşdarî di posteke îdarî de nekiriye û tenê wek organeke siyasî û sivîl karê xwe dike, eger daxwazên xwepêşanderan jî hebin, dive berê xwe bidin avahiyên fermî li deverê.
Necat Hesen da zanîn jî ku, zihniyeta agirberdanê ya Tevgera Goranê û Newşîrwan Mistefa ye, ew xelkê dixapîn û wan gerim dikin. Ji ber wan karan jî heta niha 21 kadroyên PDK birîndar bûne.
Hesen tekz kir ku, mixabin piştî me baregehên xwe radestî îdareya Qeladizê kir, qayimqam û parlementerekî Goranê jî li wê de bûn, li şûna ku wan biparêzin, talan kirin û şewitandin.
Navborî diyar kir ku, raste kêmasî hene, lê çima xwepêşander tenê berê xwe didin PDKê di demekê de ku hikûmet ji 5 partiyan pêk hatiye û PDK têde kemîne ye?
Berpirsê liqa 11 amaje kir jî ku, Gorran dest ji zihniyete navçeperestî ya xwe naberde.
Di xwepêşandanên li parêzgeha Silêmanî û Germiyanê birêve diçin, heta niha 5 baregehên PDKê hatine şewitanidn û 9 baregerên din jî rastî êrîşê hatine.

Nûçeyên têkildar