Liqa Germiyanê: Şehîdek û 10 birîndarên me hene

KDP.info-Kelar- Liqa PDKê ya Germiyanê radigehîn ku, heta niha şehîdek û 10 birîndarên wan hene.
Berpirsê liqa 22 a PDkê li Germiyanê, Ekrem Salih, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, di dema kadroyê me Osman Ednan vedigeriya male, ji aliyê têkderan ve rastî guleyan hat û şehîd bû, 10 kadroyên me yên jî hene.
Ekrem Salih da zanîn ku, niha avahiya komîteya navçeya Kelarê ya PDKê jî bi temamî hatiye şewitandin.
Navborî tekez kir jî ku, ew rênmayên serkirdayetiya PDK cîbicî dikin, ku serkirdayetiyê ji hemû endam û alîgirên xwe xwestiye ku bênfereh û li ser xwe bin.




