Baregeha PDK û Partiya Sosialist li Helebceyê hatin şewitandin

KDP.info- Helebce- Li Helebceya Nû jî baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat şewitandin.
Kargêrê Liqa 12 a PDK li Helebce, Bextiyar Sidîq, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku “têkderên ku Tevgera Goranê wan gerim dike, ji bilî şewitandiya baregeha PDK li Helebceya nû, baregeha Partiya Seosial Demokrat a Kurdistanê jî şewitandin.”
Bi şewitandina baregeha PDKê ya Helebceyê, hejmara baregehên PDKê yên ku hatine şewitandin dibe 5 baregeh, 9 baregehên din jî ketine ber êrîşa têkderên di nav xwepêşanderan de.
Herwiha kadroyekî PDKê duh li Kelar bi awayekî hovane hatibû şehdîkirin.




