26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Şehîd Osman bi awayekî nemirovane û hovane li Kelar hat şehîdkirin”

Çavkanî: KDP.info

Germiyan-KDP.info- Berpirsê Şaxa 22 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, ew xortê vê êvarê li kelar hat şehîdkirin navê wî Osman Ednan e û bi awayekî nemirovane û hovane ji aliyê xwepêşanderên ku tevliheviyê dikin, bi guleyan hat kuştin.

 

Ekrem Salih, Berpirsê Şaxa 22 ya PDKê li Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew xortê vê êvarê hat şehîdkirin, bi navê Mihemed tê naskirin û birayê ajovanê min e. Dema êriş li ser avahiya PDKê li Kelar zêde bû, wî xwest biçe wê avahiyê, lê mixabin beriya ku bigihê wir, bi awayekî nemirovane û hovane ji aliyê destekî têkder ve rastî êrişa bi guleyan hat û şehîd bû.”

Nûçeyên têkildar