26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Baregeha PDKê a Kelar jî hat şewitandin..12 hevalên PDKê birîndar bûn

Çavkanî: KDP.info

Kelar-KDP.info- Xwepêşanderên navçeya Kelar a parêzgeha Silêmaniyê êrişî baregeha PDKê kirin û ew baregeh şewitandin.

Berpirsê Şaxa 22 ya PDKê li Kelar Ekrem Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Endamên PDKê ji nava baregehê derketin û xwepêşander çûn nava baregehê, tiştên nava wê têk birin û agir berdan baregehê.”

Ekrem Salih wiha got: “Ji ber kêm xemiya hêzên ewlehiyê, baregeha me hat şewitandin û di encamê de 12 hevalên me birîndar bûn.”

 

Nûçeyên têkildar