26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Ebadî rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Wezîrê Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî kir û di wê pêwendiyê de rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê hate nirxandin û di derbarê pêşhatên siyasiyan de danustandina bîr û ramanan kirin. 

Roja şemî 10.10.2015 birêz Heyder Ebadî li rêya telefonê ve peywendî bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li vê peywendiyê da rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê hate nirxandin û di derbarê pêşhatên siyasiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha behsa li amadekarî û serkeftin û pêşveçûna rewşa Hêzên Pêşmerge û artêş û hêzên emniyên Iraqê kirin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda jî xistin ber behs û guftûgoyan.

Her wiha her du alî tekez li ser karê hevbeş û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê kirin.

Her li vê peywendiyê da Serok Wezîrê Iraqê teqdîr û pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge hebû û silav û rêzên xwe ji bo Pêşmergeyên qehreman re şand.

Nûçeyên têkildar