26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êrîşa li ser baregehên PDK berdewam e

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Silêmanî-Germiyan- Liqa 22 a Germiyan, komîteya navçeya Seyid Sadiq û komîteya navçeya 2 a Silêmaniyê ya PDK rastî êrîşê hatine, hêzên ewlekariyê jî ti hewldanek bo parastina wan baregehan nedane.


Li bajarê Kelarê, di bin nave xwepêşandanê de êrîş li ser şaxa 22 a PDk hatiye kirin, ji çend aliyan ve jî hewla derbasbûna nava baregehê hatiye dayîn û pencereyên wê rastî gevirbaranê hatiye.


Li Seyid Sadiqê jî bi nave xwepêşandanê êrîşî komîteya navçeya PDK hatiye kirin, xwepêşanderan bi keviran êrîş birine ser avahiyê.
Şeva borî jî otombîleke bê nemre bi guleyan êrîş kiribû ser baregehakomîteya navçeya 2 a PDK li Silêmaniy.
Zêrevanên baregeha navborî tekez dikin jî ku, zêdetir li 6 guleyan arasteyî avahiyê hatine kirin.


Li navçeyên navborî jî, ti hewldanek ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve bo parastina baregehên PDK nehatiye kirin.

Nûçeyên têkildar