26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Liqa PDKê ya Çemçemalê: Gotegot hene ku dê xwepêşander êrîşî me bikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Çemçemal- Berpirsê liqa 19 a PDK li Çemçemalê diyar dike ku, aliyek siyasî li pişt van xwepêşdanan e û xelkê li dijî pêgehên me gerim dike.
Dr. Ferhad Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ew piştgiriya mafê rewa yên hemû xwepêşanderan dikin û naxwazin ku xwîn birje û dayikên Kurdan bigirîn.
Kerkûkî got jî ku, mebest ji van xwepêşandanên niha têkdana aramiya Kurdistanê û “destekî derve li pişt van xwepêşandanan e” û ti girêdana wan bi pirsa serokatiyê ve nîne, ji ber ku eger xelik mûçeyê dixwaze, çi girêdana vê bi pirsa serokatiyê ve hey.
Navborî bi pêwîst jî zanî ku dezgehên ewelkarî li parêzgeha Silêmaniyê bpêgehên PDK biparêzin.
Dawiyê jî berpirsê liqa 19 got ku, heta niha ti metirsiyek li ser baregeha wan nîne, lê gotegot hene ku dibêjin dê xwepêşandanek destpêbike û wê xwepêşander berê xwe bidin baregeha wan.

Nûçeyên têkildar