Li Kerkûkê 40 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

KDP.info-Kerkûk- Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê diyar dike ku, Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke DAIŞê têkşikandin û 40 terorîst hatin kuştin.
Dr. Kemal Kerkûkê di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, şeva borî terorîstên DAIŞê xwe amade kiribûn da ku êrîşî gundê Xere bikin, lê ew êrîşa wan hat bûçkirin.
Kerkûkî diiyar kir ku, firokeyên hevpeymanan ji esmana û tobxaneya Pêşmergeyan li ser erdê, derbeyên dijwar li terorîstan xistin.
Navborî tekez kir jî ku, li gor zanyariyên di dest wan de, herî kêm 40 terorîst hatine kuştin, di nav wan der terorîstekî mezin bi nave Ebû Elî hebû.




