26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

4500 pêşmergeyên kurdên êzîdî bo eniya şer amade ne

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info-  Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo ragihand ku, 4500 pêşmergeyên kurd ên êzîdî perwerdeya leşkerî bi dawî anîne û di nava wan de fewca jinan jî heye û hemû bo eniya şer hatine amadekirin.

Qasim Şeşo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha 4500 kurdên êzîdî wek pêşmerge perwerdeya leşkerî temam kirine û di nava wan de fewca jinan jî heye ku ser bi fermandehiya Şingalê ne, ku tevahiya kelûpelên leşkerî wergirtine û amade ne ku biçin eniya şer.”

Şeşo wiha got: “Niha hejmarek mezin ji kurdên êzîdî pêwendiyê bi me re dikin da ku bibin Pêşmerge, ku me navê 900 kesê din nivîsandiye.”
 

Nûçeyên têkildar