26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêmin Hewramî: Hizrê hizbî, Kurdistan ji bîra hinek aliyan biriye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di kombeneke cemawerî de, Hêmin Hewramî ragihand ku, hizr û berjewendiya hizbî, Kurdistan ji bîra hin aliyan biriye, herwiha da zanîn ku, partiya wî her dem serdikeve, ji ber ku partiyekî kurdistanî ye.

Îro Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî semînareke cemawerî li lêjneya navçeya Selahedîn lidar xist, ku hejmarek endamên hizbî û û hikûmî yên sînorê wê navçeyê tê de amade bûn.

Hewramî di wê semînarê de ronahî xist ser pêşhatên dawî yên navçeyê û behsa hevkêşeyên navdewletî di Rojhilata Navîn de û bandora wan li ser Herêma Kurdistanê û kurdan li navçeyê kir.

Di wê semînarê de Hewramî bi hûrî pirsên siyasî yên Kurdistanê şirove kir û helwesta PDKê bo wan aliyan zelal kir û wiha got: “Gerek di cihê xwe de behs li ser pirsên niha yên ku li Kurdistanê nakokî li ser wan heye, bên kirin, divê ew pirs di nava reşnivîsa destûra Kurdistanê de werin çareserkirin, ne aliyên siyasî bên û hîleyan li xelkê bikin.”

Hêmin Hewramî ragihand ku, hizr û berjewendiya hizbî û kursiyan, Kurdistan ji bîra hin aliyan biriye, herwiha da zanîn ku, PDKê di hemû nakokiyan de herdem serdikeve, ji ber ku partiyekî kurdistanî ye û ligel daxwaz û mafê xelkê ye û bi awayekî lojestîk kar dike
 

Nûçeyên têkildar