25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

990 malbatên din ên kurdên şebek bo Kurdistanê tên veguhestin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Serokê Desteya Şêwirmendên Kurdên Şebek Salim Cuma Şebek ragihand ku, îro Pêncşemê dê 15yemîn karwanê kurdên şebek ji parêzgehên din ên naverast û başûrê Iraqê digihên Herêm Kurdistanê, ku hejmara wan 990 malbat in.

Salim Cuma Şebek, Serokê Desteya Şêwirmendên Kurdên Şebek û nûnerê kurdên şebek di Parlamentoya Iraqê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev karwana kurdên şebek ku hejmara wan 990 malbat e û ji naverast û başûrê Iraqê digihên Herêma Kurdistanê, li kampên Hewlêr, Dihok, Akrê û Berdereş tên bicihkirin.”

Salim Cuma Şebek wiha got: “Heta niha zêdetirî 8500 malbatên kurdên şebek vegeriyane nava Herêma Kurdistanê û bi vê hejmarê % 90 ji kurdên şebek li Kurdistanê dijîn û tenê % 10 li wir mane û dê ew jî bo Kurdistanê bên veguhestin.”
 

Nûçeyên têkildar