Deriyê Îbrahîm Xelîl hatiye vekirin
__2015_10_08_h18m20s59__LB.jpg)
Zaxo-KDP.info- Diyar e ji duhî ve deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ê navdewletî hatibû girtin, lê îro ew derî hat vekirin û dîsa tevgera geştiyar û bazirganan dest pê kiriye.
Xelîl Mehmûd, Qayimqamê Bajarokê Zaxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku duhî Hikûmeta Tirkiyê ji ber aloziyên li navçeya Silopî û Cizîra Botan, sînorê Îbrahîm Xelîl ê navdewletî girt, û ji ber wê yekê qerebalixiyeke mezin ji aliyê geştiyaran li ber derî derket, piştî hewl û mandûbûna me û berpirsên deriyê sînorî, ew derî hat vekirin û niha tevgera geştyarî û bazirganî berdewam e û ti pirsgirêkek tune ye.”




