Ji sedî 90 ê Kurdên Şebek vegeriyane Herêma Kurdistanê

KDP.info-Hewlêr- Biryar e îro Pêcşemê 15emîn karwana Kurdên Şebek ji parêzgehên naverasta Iraqê bigehin Herêma Kurdistanê.
Serokê Desteya Şêwirmendî ya Kurdên Şebek, Salim Cumha Şebek, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, hejmara kesên ku di karwana 15em de ne, 990 malbat e.
Dê ew Kurdên Şebek li kampên Hewlêr, Dihok, Akrê û Berdereş bicih bibin.
Navborî da zanîn jî ku, heta niha 8 hezar û 500 malbatên Kurdên Êzdî hatine Herêma Kurdistanê.
Bi vê yekê jî ji sedî 90 Kurdên Şebek li Herêma Kurdistanê dibin û tenê ji sedî 10 ê wan li Iraqê dimînin.




