PKK mixtarê Zargelî serbest berda

KDP.info- Soran- Piştî 5 rojan, mixtarê gundê Zargelî ji aliyê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve serbest hat berdan.
Qayimqamê bajarokê Ruwandizê, Sîrwan Rojbeyanî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, beriya niha PKK 3 kes ji gundê Zargelî revandibûn, piştî du rojan du kes serbest berdabûn.
Kesê sêyem jî mixtarê gund bû ku îro piştî 5 rojan serbest hatiye berdan.
Sedema binçavkirina wan kesan ew bû ku, daxwaz ji gerîlayên PKK kiribûn ku binkeyên xwe ji nava gund derbixin û êdî ne di nav xelkên sivîl de cih bigrin.




