Terorîstên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge dikin

KDP.info- Mûsil- Fermandarekî Pêşmerge radigehîne ku, terorîstên DAIŞê ji nav wê rêxistinê direvin û xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin.
Berpirsên Pêşmerge li eniya Başîk, Hemîd Efendî, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, destpêkê DAIŞ bi hêzeke mezin êrîş dikirin û gelek xelik tevlî dibûn, lê piştî ku derket niyaza wê rêxistina terrorist xirab e, niha xelik ji nav wan direvin.
Hemîd Efendî diyar kir jî ku, êdî karîn û şiyanên DAIŞê yekcarî nemane û ji tevger ketiye.
Navborî eşkere kir ku, di demên dawiyê de gelek çekdar ji nav rêxistina terrorist a DAIŞê revî ne û xwe radestî pêşmerge kirine.




