Welatiyên ereb ji ber DAIŞê direvin navçeyên Pêşmerge

KDP.info- Mexmûr- Welatiyên Ereb ji tirsa çekdarkirina bi zorê ya DAIŞê, xwe radestî Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.
Cîgirê Serpereştiyarê Eniya Gwuêr-Mexmûrê, Arasa Heso Mîrxan di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ji ber kêmbûna terorîstên wê, rêxistina DAIŞê ya terrorist welatiyên ereb bi zorê dibe nav rêzên xwe û wan çekdar dikin.
Mîrxan da zanîn jî ku, ji ber welatiyên ereb ên navçeyên di bin kontrola DAIŞê de naxwazin tevlî rêzên wan bibin, ji navçeyên xwe direvin û xwe radestî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.
Di vê derbarê de navborî eskere kir ku, di çarçoveya yek heftiyê de 40 kesî xwe radestî Pêşmergeyam kiriye.




