Li Helebê Eniya El-Nusra bi xwekujan êriş dike

Ajans-KDP.info- Li nêzîkî Helebê di navbera Eniya El-Nusra û komeke din aîslamîya bi navêTevgera Nûredîn Zengî şer derket û di encamê de 5 çekdarênTevgera Nûredîn Zengî hatin kuştin.
Li nêzîkî bajarê Helebê li bakurê Sûriyê, di navbera 2 komên çekdar ên îslamî de şer û pevçûn derket.
Hat ragihandin, şer di navbera hêzên Eniya El-Nusra k û çekdarên girêdayî koma îslamiya Tevgera Nûredîn Zengî de derketiye holê.
Tevgera Nûredîn Elzengî ku xwe weke aliyekî îslamîyê çekdar li dijî Hikûmeta sûriyê dide zanîn, daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir ku çend çekdarên xwekuj ên ser bi Eniya El-Nusra ve bi otomobîlên bombekirî li gundewarê Helebê êrîşî ser navendeke wan kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku di encama wan teqînên xwekujî de bi kêmanî 5 çekdarên Tevgera Nûredîn Elzengî hatine kuştin û bi dehan çekdarên din jîbirîn darbûne.
Ji aliyê xwe ve, Eniya El-Nusra jî ku girêdana xwe bi rêkxistina El-Qaîde re ragihandiye, da xuyakirin ku wan daxwaza ji çekdarênTevgera Nûredîn Zengî kiribû ku rê li ber wan vekin, lê wê tevgerê ev yek qebûl nekiriye, ji ber wê jî wan êrişî wê komê kiriye.




