Ew jina birîndar a ji Cizîra Botan jiyana xwe ji dest da

Cizîrê-KDP.info- Ew jina kurd a ku di dema qedexekirina derketina derve de li bajarê Cizîra Botan de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Milkiye Geçgel ku şeş zarok li şûna wê mane, beriya 2 hefteyan dema ku Hikûmeta Tirkiyê rewşa awerte li Cizîra Botan ragihandibû, birîndar bibû, lê ji ber qedexekirina hatin û çûyinê polîsan rê nedanê ku biçe nexweşxaneyê, lewma birîna wê lê kevin bû û mixabin îro jiyana xwe ji dest da.
Milkiye Geçgel 2 caran emelyat jê re hat çêkirin, lê bê sûd bû. Tev wê jinê, 22 sivîlên Cizîra Botan şehîd ketin.




