26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Tirkiyê parlemanterek û 9 endamên HDPê girtin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info-  Yekîneyên Antî-Teror ên Asayişa Tirkiyeyê îro li bajarê Sêrt a Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 9 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtin.

Dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê îro 7ê Cotmehê belav kirin ku yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî Asayişa Tirkiyeyê operasyonek li dijî ofîsên HDPê û malên endamên wê partiyê li bajarokê Eruh a girêdayî Sêrtê pêk anîn.

 

Li gor agahiyan, di operasyonên de 9 kadro û endamên HDPê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatin girtin û ber bi baregeha Rêveberiya Asayişa bajarê Sêrtê hatin veguhastin. Herwiha parlamanterê HDPê yê bi navê Ekrem Voran ê bajarê Mêrsinê girtin.

 

Hat zanîn, Hevserokê HDPê yê liqa bajarokê Eruhê Nimet Dayan ligel çend kadroyên pêşkevtî yên rêxistina xortan a HDPê jî di nava girtiyan de ne.

 

Li gor agahiyan ji medyayên Tirkiyeyê ve, hêzên ewlehiyê yên wî welatî di operasyona îro de dest danîne ser çendîn blegename, CD û harden kompiyoterê ku tê gumankirin belgeyên nihênî têde bin.

 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihandine, ku wan kadro û endamên HDPê têkilî û hevrêzî ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hebûne û xwestine çalakiyan encam bidin.

 

Nûçeyên têkildar