26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîteya Hevbeş Ya PDK Û NYK Civiya

Çavkanî: KDP.info

Duhî di berdewamiya civînên hevbeş yên komîteya bilind a hevbeş ya partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê de, komîteya han civîneke din ya xwe organîze kir.

 

Di destpêka vê civîna han de biryarên ku, di civîna derbasbûyî de hatibûn stendin hatin nirxandin û tekez li ser cîhbicîh kirina wan biryaran hate kirin.

 

Di berdewamiya civînê de biryar hate dayîn daku, komîteyên taybetî yên girêdayî bi hin pirs û arîşeyan piştî bi dawî hatina betlana Cejnê werin damezrandin û dest bi cîhbicîh kirina erk û karên xwe bikin.

 

Di beşeke din ya vê civîna han de li ser navê  her du mekteb siyasiyan bi minasebeta hatina Cejna Qurbanê  pîrozbayiyek pêşkêşî Gelê Kurd û tevahiya Misilmanên Cîhanê kir û hêvî xwest ev Cejna han bi xêr û xweşî derbas bibe û bibe sedema paşerojeke baş û pêşkeftî bo Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar