Herêma Kurdistanê xanî û zeviyan bi ser malbatên şehîdan parve dikin

KDP.info-Hewlêr- Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê li Herêma Kurdistanê radigehîne ku, ew li hêviya hatina lîsteyên navê şehîdên şerê DAIŞê ne, da ku zevî û xaniyan bi ser malbatên wan de parve bikin.
Wezîra Şaredarî û Geştûguzarê, Newroz Mewlûd, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyek ji bo dayîna xanî û zeviyan bimalbatên şehîdan ava kiriye, komîte bi serpereştiya Wezîrê Pêşmerge û nûneratiya aliyên peywendîdar e.
Newroz Mewlûdî da zanîn ku, ev du meh in ku komîteyê lîsteya navê şehîdan amade kiriye, lê heta niha ew lîste negehiştiye destê wan.
Mewlûdî diyar kir ku, dema gehiştina wê lîsteyê, ew dê fermanê bidin encûmenên parêzgehan, da ku zevî yan xaniyan biser malbatên şehîdan parve bikin.




