26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê civiya

Çavkanî: KDP.info

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel birêz Îmad Ehmed Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Hikûmeta Herêmê ya Bexda û endamên şandê civiya.

Li civînê de Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê şandê encama serdana fermiya xwe û şanda wê ya li bajarê Bexda û encamê guftûgoyên di derbarê yasaya budçeya Iraqê ya sala 2013 û beşa Herêma Kurdistanê ji budçeya giştî û meseleya Pêşmerge û pirsa neft û dahata wê pêşkêşî Serok Barzanî kirin û balkişandin li ser wê kevin nivîsa hevbeş ku li navbera her du aliyan de hatiye îmza kirin û ragihand ku piştî cejin Wezîr û Parlementerên Kurd li Bexda vedixwînin Kurdistanê daku nirxandina wan babetên ku şandê li gel Bexda axaftiye û ew encama ku ji vê serdana fermî pêkhatiye.

Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatina Serok û Endamên Şandê, balkişand li ser girîngiya serdan û civîn û hevdîtina wan ya li gel berpirsên hukimî li Bexda bi mebesta nirxandina kêşeyên helawestî ya di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdagîriyê li ser mafên gelê Kurdistanê bike

Nûçeyên têkildar