PDK hemîşe li ser cîbicîkirina madeya 140 pêdagir e

KDP.info-Bexda- Parlementerekî Frakesyona Zer li Bexdayê re dike ku PDK ew agehdar kiribin ku nabe behsa cîbicîkirina madeya 140 bikin.
Çend parlementerekî Iraqê û çend dezgehên medyayî idîa dikin ku, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaz ji parlememnterên xwe li Bexdayê kiriye ku, nabe behsa cîbicîkirina madeya 140 bikin.
Sîrwan Sîrînî ev gotegot û idîa red kirin û tekez kir ku, herdem PDK pêdagirî li ser cîbicîkirina madeya 140 kiriye û gelek şehîd û qurbanî li pênav vegeranidina wan navçeyan bo Herêma Kurdistanê dane.
Sîrînî da zanîn jî ku, berdewam Serok Barzanî di sengerên pêş ên şer de li hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê bû.
Navborî amaje kir jî ku, rêjeya Kurdan di Parlementoya Iraqê de ji sedî 20 e û ew hemû jî ne yek dengin, lewma zehmete ku behsa madeya 140 û cîbicîkirina wê bê kirin bêyî ku ti arîşeyek derkeve.




