26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK mixtarê gundê Zargelî azad nake

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Wertê-  Ev heyama 4 rojane ku mixtarê gundê Zargelî ji aliyê PKK ve hatiye revandin û heta niha jî serbete nehatiye berdan, xelkên gund jî daxwaza dûrkirina pêgehên PKK dikin.

Rêveberê şaredariya Wertê, Saman Mihemed, di daxuyaniyekê  de ji KDP.info re ragehand ku, niha 2 kes ji her sêyên ku ji aliyê PKK ve hatibûne revandin niha serbest hatine berdan, lê hê mixtarê gund nehatiye azadkirin. Me çendîn car peywendî bi PKK re kiriye, wan soza azadkirina mixtar dane, lê heta niha tiştek cîbicî nekirine.

Navborî da zanîn jî ku, xelkên gundê Zargelê berdewam daxwaza dikin ku pêgehên PKK ji gundê wan werin dûrxistin, lê PKK ne amade ne ku ji nav gund derkevin. PKK jî rê rêgiriyê li vegera gundiyên Zargelî dike, vê yekê jî jiyana wan dijwar kiriye.

Nûçeyên têkildar