Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata xwedê jê razî Hesen Kanebî kir

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata xwedê jê razî Hesen Kanebî kir. Ev jî tekesta wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdara xwedê jê razî Hesen Kanebî
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya parêzer û têkoşer û kesayetiyê diyarê bajarê Ranye xwedê jê razî Hesen Kanebî gihîşt min.
Xwedê jê razî li xula yekem da Endam Parlemenê Kurdistanê bûye û li sala 1963 jî mala wan li Hesanewe û kar û çalakiyên Barzaniyên Nemir bû, ji bo wê yekê ji destdana wî kesayetiyê têkoşer xesaretek bû ji bo hemû aliyek.
Ji bo vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li malbata we ya rêzdar dikim û ji xwedayê mezin jî hêvîdarim sebirê bi we bibexşê û giyanê xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û bi hêviya xwedê eve nexweşiya we ya dawî be.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24/10/2012




