Banka Kurdistan: Gotinên Sabir Izet bê bingeh in

Hewlêr- Rêveberê Banka Kurdistan ya Navdewletî red dike ku milyarek û 500 milyon dolar ê Wezareta Çavkaniyê Xwezayî li cem wan hebe.
Şêx Salar Mistefa di daxuyaniykê de ji KDP.info re ragehand ku, bi ti awayekî wezaretê pereyên xwe li banka me ne danîna heta ku em ji ber sedemên siyasî dest danin li ser.
Serokê komîteya darayî li Parlementoya Kurdistanê, Izet sabir gotibû ku, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî milyarek û 500 milyon dolar daniye Banka Kurdistan ya Navdewletî û rêveberiye bankê dest daniye li ser.
Rêveberê bankê da zanîn jî ku, niha tenê 62 milyon û 500 hezar dolar ên firotina petrolê li banlkê hene, ew jî dê li ser biryara Wezîrê Darayî bi Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê bê dayîn, ya bimîne jî dê bo Pêşmergeyên Zêrevanî bên şandin.




