Serok Barzanî kurdên êzîdî piştrast kir..Terorîst berdêleke giran didin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo cejna Cemaya kurdên êzîdî peyameke pîrozbahiyê ji wan re şand û ji wan re got, ji wê yekê dilniyame ku hûn bi serbilindî û serkeftiyane vedigerin ser jiyan û mal û halên xwe û bi gur û tînêkî zêdetir, xizmeta netewe û welat û ola xwe dikin.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Cejna Cemayê xuşk û birayên êzîdî li rêye û agahdariya ewe me ku bi sedema wan zulm û karesatên li salên derbasbûyî ya di derbarê xuşk û birayên me yên êzîdiyan hatiye kirin rêwresma vê cejna pîroz nayê encamdan. Hêvîdarim xweşî û bextewerî û cejin bi zûtirîn demî vegerê mala Êzîdiyan û hemû Kurdistaniyek.
Bi pêwîstî dizanim bi vê helkeftê de xuşk û birayên me yên êzîdî ji wê yekê dilniya bikim ku terorîstan bacekî gelek giran li beranber wan tawanan dane ku dijî êzîdiyan encam dane û hejmareke zêdeyê wan hatine sizadan.
Ewên mane jî û kêmtirîn tawan û bê edebiyan li dijî xuşk û birayên me yên êzîdiyan encam dabê pişt bi xwedayê mezin û hêz û pazuyên Pêşmerge di dawiyê de her sizayên xwe dibînin.
Hûn beşekî gelek azîzê gelê Kurdistanê ne û êş û azarên we êş û azarê hemû take kesekî Kurde. Ji wê yekê dilniyame ku hûn bi serbilindî û serkeftiyane vedigerin ser jiyan û mal û halên xwe û bi gur û tînêkî zêdetir, xizmeta netewe û welat û ola xwe dikin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê




