26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. 12 DAIŞî hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info-  Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li eniya ingalê derbeyeke mezin li DAIŞê dan û 12 çekdarên wan kuştin.

Eqîd Îsa Zêweyî Fermandarê Eniya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarê li eniya Şingalê balafiran bi tundî li DAIŞê dan û 12 terorîstên wan kuştin, ku di nava tonêlekê de bûn.”

Zêweyî wiha got: “Tişta ku em jê piştrast in, 12 terorîst di wê derbeyê de hatine kuştin, lê dibe ku zêdetir bin.”
 

Nûçeyên têkildar