26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Canê gelek zîndaniyên kurd li Turkiya di metirsiyê de ye

Çavkanî: KDP.info

Lawên kurd yên di zîndanên Turkiya da eve ji 40 roj zêdetire dest bi mangirtina ji xwarinê kirîne li zîndana amedê,  batman û mêrdîn,  stenbul û erziromê rewşa 78 zîndaniya hatî ye astê mirinê û ji aliyê hikûmeta Turkiya ve li hember mangirtinan bê dengiyeka mezin heye û ev du roj in li piraniya bajêrên bakurê Kurdistanê serihldana gel destpêkiriye.


Hesîb Kaplan endamê perlemanê Turkiya di daxuyaniyekî de bo rojnameya evro ragehand ku li bakurê Kurdistanê êdî gel siyaseta çewisandin û tepeserikirinê ya hikûmeta Turkiya qebûl nake û di her warî da siyaseta zordariyê li hember siyasetmedar,  rewşenbîr û zîndaniyan dihête birêvebirin û got:  "em êdî neşêyin li hember siyaseta durpêçkirin ya li dijî Ebdulla Ocelan serokê parta karikerên Kurdistanê bêdeng bimînîn û niha çend hizar zîndaniyên siyasî yên kurd û bi sedan welatî bo başikirina rewşa ocelan û perwerdeya zimanê kurdî dest bi mangirtina ji xwarinê kirîne û rewşa 78 zîndanî li zîndanên Amed,  Batman,  Erzirom, Mêrdîn û Stenbulê gelek xirab bûye û jiyana wan di metirsiyê daye."


Hesîb Kaplan herwesa diyar kir ku daxwazyên mangirtiyan daxwazyên di cih de ne û heke serok wezîr erdogan û aliyên peywendîdar daxwazyên kurdan qebûl neken êdî kes neşêt rê li ber mirinan bigire û got:" ji niha ve xwenîşadanên mezin li bajêrên bakurê Kurdistanê destpê kirine û heke kurdek jî ji encama mangirtina ji xwarinê bimire êdî ne em û ne jî çu aliyekî dî neşêt rê li ber dijwariyê bigire û berpirsê her mirinek û kiriyarekê jî hikûmeta erdogane. "

 

 Evro


 

Nûçeyên têkildar