26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Di Îlonê de, Hewlêrê bêhtir ji 18 milyon bermîl ji petrola xwe firotiye

Çavkanî: KDP.info

Hewlê-KDP.info- Wezareta Çavkaniyên Xwezayî belavkiriye ku, di meha Îlona borî de “18,614,798” bermîl petrol bo bendera Ceyhan a Tirkî hatiye şandin.


Wezareta di daxuyaniyekê de îro Duşemê belav kir ku, rêjeya şandina petrol Herêma Kurdistanê ya rojane di meha Îlona borî de 600 hezar û 463 bermîl bû.


Di hûrgiliyan de hatiye ku, ji kêlgehên Herêma Kurdistanê 13 milyon û 898 hezar û 548 bermîl hatiye şandin, ji kêlgehên kompaniyaya Bakur jî 4 milyon û 715 hezar û 794 bermîl hatiye şandin.


Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha petrol xwe bi awayekî serbixwe ji Bexdayê difroşe, ji bo ku budce û mûçeya xwe peyda bike.

Nûçeyên têkildar