26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewlêr û Bexda behsa budceya 2016an dikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Endamekê komîteya darayî li Parlementoya Iraqê radigehîne ku, di demek nêzîk de wê şandeyek ji Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê, ji bo gotûbêjkirina budceya sala 2016an.


Serhan Silêvanî ji KDP.info re ragehand ku, Wezîrê Darayî yê Iraqê ragehanidye ku roja 10ê Cotmehê dê proje yasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2016an bo parlementoyê bê şandin.


Wezîrê Darayî gotiye jî, pişka Herêma Kurdistanê her wek xwe maye, ew jî ji sedî 17e ye.
Silêvanî da zanîn jî ku, dê nêzîk şandeyek ji Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, ji bo ku ligel rayedarên Iraqî behsa pişka Herêma Kurdistanê bikin. Lê roja serdanê nehatiye diyarkirin.

Nûçeyên têkildar