Bi amadebûna Mesrûr Barzanî Civata Ewlekariya Netewî civiya

Piştî bi fermî damezrandin û ragihandina Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê, duhî bi mebesta nirxandina rewşa ewlekarî ya Kurdistanê yekemîn civîna xwe li dar xist.
Li gorî çavkaniyeke hayedar duhî Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê bi amadebûna Şewirmendê civata han birêz Mesrûr Barzanî û Cîgirê Şewirmendê civatê û bi beşdariya Berpirsên her yek ji dezgehên ajansa parastinê û dezgeha zaniyariyê, dezgeha ewlekariya Kurdistanê û hevalgîriya pêşmerge yekemîn civîna xwe li dar xist.
Di vê civîna han de rewşa ewlekarî ya Kurdistan û Deverê hatiye nîqaşkirin û herwiha behsa çawetiya baştir parastina ewlekariya Kurdistanê jî hatiye kirin.
Di derbarê rewşa Deverê de jî di civînê de tekez li ser bihêztir kirina asta amadekariyên pêwîst yên dezgehên ewlekarî ên bo rûbirû bûn bi her cure metirsiyekî re hatiye kirin.
Di dawiya vê civîna han de hatiye gotin ku, hevkarî û piştgîriya xelkê Kurdistanê ji dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê re, faktereke sereke ya serkeftina dezgehên hane lewre dibe deriyên tevahiya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê ji xelkê Kurdistanê re vekirî bin




