26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Divê Kurdên Sûriyê yekîtiya xwe biparêzin

Çavkanî: KDP.info

Duhî sêşemî 23/10/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel şandekî Encumena Bilinda Kurdên Sûriye re civiya.

Li civînê de, şanda Encumena Bilinda Kurdên Sûriye ji ber ronahiya wan rûdawên ku li vî welatî da rû didin, gelek bi hurî behsa pêvajoya îro ya Sûriye bi giştî û rewşa Kurdên wî welatî bi taybetî kirin.

Serok Barzanî bi navê gihîştina maf û daxwazên rewa piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Sûriye dûpatkir û ji bo vê mebestê jî tekez li wê yekê kir ku pêwîste hêz û aliyê Kurdiyên Sûriye parêzgeriyê li yekîtî û yekrêziya xwe bikin û rê li her helwestek bigrin ku bibê sedema têkçûna wê yekrêziyê.

Her wiha nirxandina rewşa penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê bû û li vî warî de şanda Encumena Bilinda Kurdên Sûriye ji bo vê girîngîdana berdewamiya ku bi penaberan dide spasiya Serok Barzanî kirin

Nûçeyên têkildar