25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Amerîka li Iraqê destxweşî li Hikûmeta Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Balyozê Amerîka di dema serdana xwe de bo bajarê Dihokê û serkirina kampên koçber û penaberan, destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser karên wê yên mirovî li Parêzgeha Dihokê.

Balyozê Amerîka li Iraqê Stêwart Conz îro serdana Dihokê kir û destxweşî li hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgeha Dihokê kir bo alîkariya koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê.

Balyozê Amerîka got ku, zêdetirî 400 hezar koçber û bi dehan hezar penaberên Rojava ji aliyê Dihokê ve hatine pêşwazîkirin, lewma pesnê Parêzgeha Dihokê da li ser alîkariya wan kesan.

Stêwart Conz di dema serdana kampên koçberan de, guh li dilgiranî û pêwîstiyên wan girt.

Nûçeyên têkildar