Rojavayê Kerkûkê.. Berpirsê êrişên DAIŞê û 8 terorîstên din hatin kuştin

Kerkûk-KDP.info- Li gorî agahiyên Hêzên Pêşmerge, di operasyona 3ê vê mehê de li rojavayê Kerkûkê zêdetirî 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn, herwiha berpirsê êrişên wê yê bi navê Ebû Şahir El-Lîbî hatiye kuştin û termê wî winda ye.
Berpirs Eniya Rojavayê Kerkûkê – Dûbiz Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di operasyona ku pilan jê re hatibû danîn ya beriya çend rojan de zêdetirî 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn, herwiha berpirsê êrişên wê yê bi navê Ebû Şahir El-Lîbî hatiye kuştin û termê wî winda ye.”
Dr. Kemal Kerkûkî wiha got: “Pêşmergeyên Lîwaya 10 û yekeya 108 pir bi mêrxasî û qehremanî li DAIŞê dan û karîn wan bişkînin û devereke mezin ji wan bistînin.”




