26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqereyê civiyan

Çavkanî: KDP.info

 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî, di çerçova serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de digel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayib Erdogan li Enqereyê civiya.

Hevdîtina serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta Tirkiyeyê Erdogan li avahiya serokwezîriyê pêkhat. Hevdîtina herdu serokwezîran ji bo medyayê girtî bû. Hevdîtinê nêzikî seetek û nîvê berdewam kir.

Di vê hevdîtinê de herdu aliyan li ser rewşa herêmê, Iraq, Kurdistan û Tirkiye sekinîn.

Li ser girîngiya pêwendiyên di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de her du alyan tekîd li ser berdewamî û pêşdebirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê kirin. 

Nûçeyên têkildar