26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo malbatên pêşmergeyên dîlgirtî: Gelê Kurdistanê bi merdane toleya xwe ji dijmin vedike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel malbatên pêşmergeyên dîlgirtî civiya û di wê hevdîtinê de ji wan re got, gelê Kurdistanê bi merdane toleya xwe ji dijmin vedike.

Îro Yekşemê 4/10/2015 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel kesûkarên ew pêşmergeyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine dîlgirtin civiya.

Di civînê de kesûkarên wan pêşmergeyan spasiya Serok Barzanî kirin ku hertim xema wan pêşmergeyan xwariye û bo parastina Kurdistan û jinavbirina terorîst û dijminan hewlên pêwîst daye û bo xwe jî raste rast li eniyên şer de bûye û Fermandariya eniyên şer kiriye.

Kesûkarên wan pêşmergeyan eşkere kirin ku hatine heta gotinên dilê xwe bo Serok Barzanî bibijin û herwiha behsa wan gotinan kirin ku derbarê wan pêşmergeyan de hatine belavkirin.

Di beşeke din ya civînê de Serokê Kurdistanê hevsoziya xwe bo kesûkarên wan pêşmergeyan diyar kir û eşkere kir ku gelek bi başî ji êş û azarên we fêm dikim jiber ku ew zarok, bira û ezîzên minin û ew tişta ku ji destê min were bo vegerandina wan ezê bikim û kesûkarên wan pêşmergeyan çawe ji bo wan xweş be anjî çi rêyek pêşniyar bikin bo vegerandina wan pêşmergeyan emê vê cîhbicîh bikin.

Serok Barzanî herwiha daxwaz ji kesûkarên wan pêşmergeyan kir daku li hember propagende û şerê pskolojîk ya terorîstan berxwe bidin û pêşmergey jî qehremanin û di rêya parastina Kurdistanê de ketine destê terorîstan. Gelê Kurdistanê bi merdane toleya xwe ji dijmin vedike.

Nûçeyên têkildar