Dîvdeçûn dê li ser girtina 3 welatiyên Zargelê ji aliyê PKKê ve were kirin

Hewlêr-KDP.info- Gerîlayên PKKê muxtarê gundê Zargelê û malbatên şehîdên wî gundê ku ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin, binçav kirine. Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayîşê ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku ewê dîvdeçûnê li ser wê bûyerê bikin.
Gerîlayên PKKê muxtarê gundê Zargelê Îsmaîl Ebdulah û 2 kesên din bi navê Selîm Xidir û Cêgir Cebar ku ji malbatên şehîdên wî gundî ne, girtine.
Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayîşê ya Parlamentoya Kurdistanê Nazim Kebîr Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Diyar e çekdarên PKKê 3 welatiyên xelkê gundê Zargelê girtine û birine cihekî nediyar, hersê kes ji malbatên şehîdên wî gundî ne, lewma me li Parlamentoya Kurdistanê ew kar şermezar kir û me komîteyek pêk anî bo em dest bi lêkolînê û dîvdeçûnê li ser girtina wan bikin û rastiyekê li ser revandina wan nas bikin.”
Herkî wiha got: “Em daxwaz dikin û dibêjin dibê ew welatî niha werin rizgarkirin, ma çawa çêdibe malbatên şehîdan werin girtin, bê ku ti gunehê wan yan ti aliyek agahdar be, ev karekî nebaş e û ne di berjewendiya xelkê de ye, herwiha li dijî hemû bingehên mafê mirova ne.”
Roja 1ê Tebaxê balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Zargelê yê Başûrê Kurdistanê dan û 8 sivîl şehîd kirin û 11 jî birîndar kirin. Piştî bombebarankirina wî gundî ji aliyê balafirên Tirkiyê ve û şehîdkirina hejmarek kesan, ew malbat koçber bibûn û niha wan kesan dixwest serdana gundê xwe bikin, lê ji aliyê PKKê ve hatin girtin.
Ji ber ku muxtar û welatiyên gundê Zargelê daxwaz ji PKKê kirine ku binke û baregehên xwe ji gundan dûr bikin, gerîlayên wan avêtine ser welatiyên gund û ev 2 roj in ku muxtar û 2 welatî ji wan girtine.




